Zelensky li navenda Kîevê: Em ê berevaniya welatê xwe bikin

Tevî ku vê sibê Kîeva paytexta Ukraynayê rûbirûyî bombebarana Rûsyayê dibe, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di weşana zindî de li nava bajarê Kîevê derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku vê sibê Kîeva paytexta Ukraynayê rûbirûyî bombebarana Rûsyayê dibe, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di weşana zindî de li nava bajarê Kîevê derket û bang li gelê welatê xwe kir û got: “Em çekan danaynin û berevaniya axa xwe dikin.”

Serokê Ukraynayê di vîdeoyê de dibêje: “Ez li vir im.” Herwiha tekez dike ku ew li Kîevê dimîne. Volodimir Zelensky li ser hesabê xwe yê facebookê vîdeo belav kir ku li ber pirtûkxaneya paytextê tomar kiriye.

Şeva borî Serokê Ukraynayê hişyarî da hêzên Rûsyayê ku nekevin Kîevê, peyama xwe jî li malpera serokatiya welatê xwe belav kiriye û diyar dike: “Vê şeva min ji rojê dijwartir e, piraniya bajarên welatê me rûbirûyî êrîşan bûne.”

Zelensky destnîşan kiriye: “Em girîngiyeke taybet didin Kîevê, em naxwazin paytextê ji dest bidin, ez daxwaz ji berxwedêran dikim, bi jin û mêr ve, dijmin bi hemû hêza xwe û çendîn rêyan û dilhişkî û nemirovî, ji bo şikandina berevaniya me bi kar tînin.”

Volodimir Zelensky dibêje; ligel serokên welatên rojava axiviye, bi taybetî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re axiviye.

Herwiha eşkere dike: “Me li ser alîkariya zêdetir, piştevaniya zêdetir, alîkariyeke mezintir ji bo welatê me, li hev kir. Armanca me ya sereke ew e ku ev kuştin bi dawî bibe.”