Rayedarên Rûsî ber bi devera gotûbêjan bi rê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Sputnikê ji ajansa nûçeyan a Belarusê ragihandiye; şanda Rûsyayê ber bi cihê gotûbêjan a li sînorê Polanda û Belarusê bi rê ketine.
Ji bo destpêkirina gera duyem a gotûbêjan, şanda Rûsyayê ber bi devera li ser sînorê Belarus û Polandayê bi rê ketine.
Roja 28ê Sibata 2022yan civîna şandên danûstankar ên Ukrayna û Rûsyayê birêve çû û mercên Ukraynayê ji bo pêkanîna aştiyê hatin eşkerekirinç
Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê ragihand; Kîev daxwaz kiriye ku hemû hêzên artêşa Rûsyayê ji axa Ukraynayê derkevin, tevî nîvgirava Qirim û Donbasê.