Li ser nêzîkbûna şer li nêzîkî wêstegeheke atomî hişyarî tê dayîn

Desthilatdarên Ukraynayê red dikin ku artêşa Rûsyayê bajarê Khirsonê yê li başûrê wî welatî kontrol kiribe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Ukraynayê red dikin ku artêşa Rûsyayê bajarê Khirsonê yê li başûrê wî welatî kontrol kiribe û eşkere dike ku şer li nava wî bajarî berdewam e.

Medyayên cîhanî ragihandine, artêşa Rûsyayê hewl dide Kîevê dorpêç bike, ajansa navdewletî ya enerjiya atomê hişyarî li ser nêzîkbûna şer li wêstgehên atomî yên li Ukraynayê dide.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ketiye roja heftem, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li dijî Kîevê dest bi şer kir.

Li gor zanyariyên Desteya Hawarçûnê ya Ukraynayê heta niha 2 hezar welatiyên Ukraynayê hatine kuştin, 400 bûyerên şewatê hatine kontrolkirin.