Biden: Hemû bijardeyên li hember dosyeya petrol û gaza Rûsyayê vekirî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; hemû bijardeyên li hember dosyeya petrol û gaza Rûsyayê vekirî ne.
Joe Biden di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ew ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di pêwendiya berdewam de ye.
Biden eşkere kir; tenê Serokê Ukraynayê desthilata wî heye biryar bide ku gelo li Kîevê dimîne an na. Herwiha eşkere kir: “Hemû bijardeyên li hember dosyeya petrol û gaza Rûsyayê vekirî ne.”
Beriya niha jî Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris bal kişandibû ser gotinên Biden û gotibû; hemû îhtîmal li hember dosyeya petrol û gaza Rûsyayê vekirî ne.
Rûsya çavkaniya dabînkirina gaza welatên Ewropayê ye, li ser vê mijarê Almanya xwe ji girêdana gaza Rûsî rizgar kiriye û çûye rêza welatên Ewropî û biryar daye alîkariya Kîevê bike.