Zelensky: 16 hezar şervanên biyanî tên alîkariya Ukraynayê

Ji bo alîkariya Ukraynayê, 16 hezar şervanên biyanî yên xwebexş tên. "

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di gotareke xwe de ragihand; "ji hevpeyman û dostên xwe yên rasteqîn" rojane çekan werdigrin.

Volodimir Zelensky eşkere kir; her ku diçe ji wan re çekên zêdetir û bihêztir têne dayîn û got: “Ji bo alîkariya Ukraynayê, 16 hezar şervanên biyanî yên xwebexş tên. Karwana yekem di demeke kin de dê bigihîje welat. Ew ji bo azadiya me û parastina jiyana me tên.”

Roja 27ê Sibatê, Volodimir Zelensky bang li hemû cîhanê kiribû ku Ukrayna û Ewropayê ji êrîşên Rûsyayê biparêzin.

Ji sala 2016an ve li Ukraynayê biyanî dikarin di artêşa welat de şer bikin û yekîneyeke bi navê "Ji bo Parastina Herêmî ya Ukraynayê Lejyona Navdewletî" hatibû pêkanîn.