Li wêstgeheke atomî ya Ukraynayê ji ber bombebaranê şewat derket

Ji ber bombebarana hêzên Rûsyayê agirek li meydana wêstgeheke atomî ya li Zaporijya derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hawarçûnê ya Ukraynî ragihand; Berevaniya Şaristanî bi kontrolkirina şewata li nêzîkî wêstgeha çekê atomî ve mijûl in, ti ziyaneke canî jî nehatiye tomarkirin.

Dezgeha Hawarçûnê ya Ukraynî eşkere kir, ji ber bombebarana hêzên Rûsyayê agirek li meydana wêstgeheke atomî ya li Zaporijya derket, bêyî ku ti tîrêjek ji wan wêstgehên atomî derkevin.

Berdevkê ofîsa wêstgeha atomî Andrew Tuz ragihand; ti tîrejeke metirsîdar ji wan wêstgehan derneketine, kamerayên çavdêriya dîmena bilindbûna dûmanan tomar kirine.

Tîmeke hunerî bi çareseriya wan cihan ve mijûl in ku gumana derketina tîrêjên atomî lê tê kirin.