UNHCR: Heta niha milyonek Ukraynî koçber bûne

Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR)ragihand; di nava hefteyeke şer û pevçûnên navbera Rûsya û Ukraynayê de milyonek kes ji Ukraynayê koçber bûne.
Ukrayna
Ukrayna

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR)ragihand; di nava hefteyeke şer û pevçûnên navbera Rûsya û Ukraynayê de milyonek kes ji Ukraynayê koçber bûne.

Li gorî UNHCR, di heyama hefteyekê de nêzîkî %2 ji Ukrayniyan mal û halên xwe bicih hiştine û ji wî welatî derketine, ew jî di demekê de ku hejmara nişteciyên Ukrayanyê nêzîkî 44 milyon kesan e.

UNHCR diyar kiriye; ew qerebalixiya bi sedema revîna xelkê çêbûye, di 40 salên derbasbûyî de mînakên wek wê kêm bûne.

Herwiha pêşbînî kiriye ku di çend roj û hefteyên bê de hejmara kesên ku ji Ukraynayê derkevin û aware bibin bigihe 4 milyon kesan.

Amarên Ukrayniyê ku ji destpêka şer ve reviyane welatên din bi vî awayî ye: Polanda: 505.582, Hangarya (Mecaristan): 139.686, Moldova: 97.827, Slovakya: 72.200, Romanya: 51.261, Rûsya: 47.800, Belarus: 357, Almanya: 5000, Welatên din: 90.000

Artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibatê ve êrîşek mezin bo ser Ukraynayê destpê kiriye ku îro di roja xwe ya nehemîn de ye.