Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mihemed Hacî Mehmûd dike

Mihemed Hacî Mehmûd wek Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Adara 2022an, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir ji bo hilbijartina wî wek Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê û serkeftina kongreya wê partiyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji wan re xwast ji bo hemû alî bikarin zêdetir xizmeta gel û welat bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo pêwendî û pîrozbahiyê wî kir.

Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê kongreya xwe ya heftemîn li bajarê Hewlêrê girê dide û tê de Mihemed Hacî Mehmûd wek Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê hat hilbijartin.