Mesrûr Barzanî: Pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên wê yên girîng û bihêz

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di Korbenda Pîşesazî ji bo Dabînkirina Bazar û Kar li Hewlêrê de pêşkêş kir û tê de behsa hewl û pêngavên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektora pîşesaziyê de kir.

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Dilxweş im ku îro di vê korbenda pîşesazî ya girîng de beşdar im ku armanc ji girêdana vê korbendê, dabînkirina bazar ji berhemên navxweyî re û peydakirina derfetên kar ji xelkê Herêma Kurdistanê re ye.

Ji destpêka vê kabîneyê ve, me kar ji bo hemecurkirina aborî û girîngîpêdana bi tevahiya sektoran kir, ji bo tenê pişt bi çavkaniyeke dahatê girê nedin. Bi taybet me girîngiyeke mezin bi sektora pîşesazî û çandiniyê daye û di vî warî de heta niha me çendîn proje encam dane. Armanca me ya sereke, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz ji Herêma Kurdistanê re ye.

Aşkere ye, piştî demeke kêm ji destbikarbûna kabîneya nehem, Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhan rûbirûyî çend qeyranên giran ên tendirustî û aborî bûne, wek belavbûna vîrûsa Koronayê û derencamên wê yên nerênî û bi taybet daketina nirxê neftê di wê demê de li bazaranên cîhanê, herwiha neşandin û derenketina xerckirina pişkê budceyê Herêmê ji aliyê Hikûmeta Federalî ve ku heta niha berdewam e, bandoreke nerênî li ser hemû warên jiyanê de dirust kir. Van qeyranan, kêşe û pirsgirêkên mezin ne tenê ji bo me, lê belê ji bo welatên bihêz ên xwedî aborî û pîşesaziya mezin a cîhanê jî dirust kirin.

Lê belê tevî hemû van qeyranan, em ti carî ji kar û pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ranewstîn û li gor karînên darayî yên li ber dest, em berdewam bûn û di heyama temenê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me çendîn projeyên girîng û stratejîk li seranserî Herêma Kurdistanê di warên curbicur de pêk anîn, wek rê, pîşesazî, elektirîk û geştiyariyê ku hin ji wan hatine bicihanîn û hin jî di qonaxa cibicîkirinê de ne. Bêguman beşek ji projeyan bi hevbeşiya di navbera sektora giştî û ya taybet de hatine encamdan, li vir jî spasiya sektora taybet dikin ku bi hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de projeyên girîng encam dane, hikûmetê jî her hêsankariyeke pêwîst be, pêşkêşî veberênerên navxwe û yên biyanî dike, ji bo ew beşdarî proseya avedankirina jêrxaneya aborî ya Herêma kurdistanê bin. Di heman demê de, Hikûmeta Herêmê bi her awayekî piştevanî û hevkariya gencan û xwedî projeyên biçûk ên di warê pîşesazî, bazirganî û dahênana di hemû waran de dike.

Her ji vir ve, aliyên pêwendîdar radispêrim, ji bo rakirina astengiyan û li hemberê asankariyên zêdetir ji bo pêşxistina sektora pîşesazî bikin. Her dem di serdanên me yên ji bo derve û hevdîtinên ligel berpirsên bilind ên welatan de, yek di tewerên guftûgoyên me, pevguhartina bazirganî, pêşxistina aborî û dîtina bazaran ji hilberîn û berhemên navxweyî re bû û herwiha peydakirina derfetên kar ji gencan re di riya handana û rakêşana sermayedar û veberhênerên biyanî bo Herêma Kurdistanê û sûdwergirtin ji ezmûna û şarezayîya wan welatên pêşkeftî ji bo avedankirin û geşepêdana aboriya Herêma Kurdistanê bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên wê yên girîng û bihêz ji bo girîngîpêdana bi sektora pîşesazî hene, bi taybet di warên pîşesaziya xwarek, petrokîmyayî, pîşesaziya kanzeyan, dabînkirina madeyên xam ji bo pîşesaziyên biçûk û mamnavend û dirustkirina çend herêmên pîşesaziyê li bajarên Herêma Kurdistanê.

Lê belê, bêguman pêkanîn û cibicîkirina hemû wan projeyan, di pileya yekem de girêdayî hebûna aramiya siyasî li Iraqê bi giştî û hebûna pêwendiyeke baş û dostane di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye. Bi baweriya me, pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ye û pêwîst e xwişk û birayên me bi wî çavî li pêşketina Herêma Kurdistanê binêrin, ne berûvajî wê ku hewla bidin astengî, kêşe û pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dirust bikin.

Me bi wê dahat û karîna sîbordar a li ber destê me, ev pêşkeftina li Kurdistanê dirust kir ku di hemû warên de cudayeke wê ya mezin ligel navçeyên din ên Iraqê heye. Lê mixabin, li şûna piştevanî û destxweşîkirinê, hin alî hene hewla rawestandin û sizakirina Herêma Kurdistanê didin.

Ji ber wê hêvîdar im ewên ku bîr li têkdana pêşketina Herêma Kurdistanê dikin, hinekî bîr li wê jî bikin ku ew hemû şer û wêrankariyên ku di salên borî li Iraqê rû dane de, çi qazancek gihande gelê Iraqê û eger ew hemû karîn û dahat di şûna şer, wêrankarî û milmilaneya siyasî de, di xizmet, avedankirin û pêşketina Iraqê bihata bikaranîn, niha bi piştrastî Iraq dê yek ji welatên pîşesazî yên pêşketî li herêm û cîhanê ba.

Em ji vir de dubare dikin ku xwazyarê baştirîn pêwedî bi bi Hikûmeta Federal re ne û bi her awayekî berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dikin, ji bo Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikeve û aştî û aramiyê li hemû Iraqê pêk were.

Careke din destxweşiyê li rêkxerên vê korbendê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.