Mesrûr Barzanî û Balyozê Kanadayê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 8ê Adara 2022yan pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada yê li Iraqê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 8ê Adara 2022an pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada yê li Iraqê Gregory Galligan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Kanadayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkê wî yê nû de ji bo pêşvebirina pêwendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Kanadayê kêfxweşiya xwe li ser destbikarkirina li Iraqê nîşan da û kurteyek derbarê bername û çalakiyên Kanadayê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Herwiha daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên veberhênan û çandinî û teknolojiyê de nîşan da. Balyozê Kanadayê herwiha pesnê ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê da.

Proseya siyasî ya Iraqê, şerê DAIŞê û girîngiya piştgiriya Pêşmerge û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çend mijarên din ên gotûbêja vê hevdîtinê bûn.