Mesrûr Barzanî ligel şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê û nûnerên hejmarek kompaniyên Amerîkî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 8ê Adara 2022yan pêşwazî li şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê û nûnerên hejmarek kompaniyên Amerîkî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand; di destpêka civînê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman kurteyek derbarê armaca serdana şanda bazirganî pêşkêş kir, ku bi hemahengiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê hat lidarxistin û ji nûnerên 12 kompaniyên cuda yên Amerîkayê yên warên pîşesaziya xurek, enerjî, teknolojî û niştecîbûnê pêk hatibû.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cur bi cur de, ku armanca me ya sereke hemecûrkirina çavkaniyên dahat û avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê ye li Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Me amaje bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir û tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kir. Herwiha me cardin anî ziman ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî ye û binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye û di berjewendiya xelkê Iraqê de jî nîne. Loma em bi ti awayî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin, di heman demê de berdewam dibin di gotûbêj û danûstandinên ligel hikûmeta federal de ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û destûrî ji bo kêşeyan.”

Di dawiya civînê de nûnerên kompaniyên Amerîkî, zanyariyên li ser kar û bernameyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşkêş kirine.