Mesrûr Barzanî: Wêrekiya jinên Kurd, navê Kurdistanê bilindtir kir

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jinan de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jinan de ragihand, di raperîn û şoreşên gelê Kurdistanê de, jinên Pêşmerge nimûneya azayetî, canfîdayî û qurbanîdanê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmekê de bi navnîşana (Wekheviya jenderî ya Îro, Bo Pêşerojeke Berdewam) de, gotarek pêşkêş kir û got: “Jinên Pêşmerge, nimûneya azayetî, canfîdayî û qurbanîdanê bûn û di warê welatparêzî, giyanbexşan û berevaniya li xak û niştiman de, mil bi milê birayên xwe yên Pêşmerge de, rola wan a berçav hebû û wêrekiya jinên Kurd, navê Kurdistanê bilindtir kir.”

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jinan de:

Şanaziyê bi şêrejinên Kurdistanê dikin, şanaziyê bi hemû dayik, xwişk, jina û keçên şehîdên me dikin, ew qurbaniya ku we daye, em çi bikin nikarin we qerebû bikin, ji bilî ku em dirêjiyê bidin wê riya pîroz û em amade bin wek şehîdên we canê xwe ji bo gel û niştimana me bibexşin.

Dixwazim amaje bi wê bidim, ew hemû xedir, zulm û neheqiya ku li hember xwişk û dayikên Êzidî hatine kirin, dibînin ku dîsa ew berdewam in di karkirin û xizmetkirinê de, ne tenê vîna wan neşikiya, lê belê vînê bi me jî dibexşînin.

Xweşhal im ku dibînim çendîn xanimên serkeftî li vê merasîmê ne û behsa çîrokên serkeftina xwe kirin û gelek xanimên din jî derfet ji wan re nebû li vir behsa çîrokên xwe bikin, piştrast im bi beşdariya aktîv û zêdetir a jinan, em dikarin bibin xwedî Kurdistaneke avedantir.

Destpêkê biboneya 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan pîrozbahiyeke germ li tevahiya jinên Kurdistan û cîhanê dikim, destxweşî li Encûmena Xaniman û Geşepêdan û tevahiya rêkxerên vê boneyê dikim ku taybet e bi rêzgirtin li Roja Cîhanî ya Jinan di bin navnîşana Wekhevî Jenderî ya Îro ji bo Pêşerojeke Berdewam.

Aşkere ye, jinên Kurdistanê di dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê û di qonaxên cuda de, her dem beşdariyeke wan a bi bandor di warên cuda ên jiyanê de û herwiha xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de hebû. Di raperîn û şoreşên gelê Kurdistanê de jinên Pêşmerge, nimûneya azayetî, canfîdayî û qurbanîdanê bûn û di warê welatparêzî, giyanbexşan û berevaniya li xak û niştiman de, mil bi milê birayên xwe yên Pêşmerge de, rola wan a berçav hebû û wêrekiya jinên Kurd, navê Kurdistanê bilindtir kir.

Îro jin li Herêma Kurdistanê, roleke diyar û aktîv di sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê de digirin, jinên polîs û efserên dezgehên ewlehiyê karîn asteke lêhatî ya rola jinan a bi bandor nîşan bidin.

Bilindbûna rêjeya beşdariya jinên Kurdistanê di hemû warên jiyanê de, pêşketineke berçav, peyam û amajeyeke ron a civaka Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo zêdetir pêşvebirina binemayên wekheviya jenderî û rûbirûbûna hemû cureyên tundûtûjiyê û cudakariyek li dijî jinan. Wek nimûne, di kabîneya nehem de rêjeya beşdariya jinan di pileyên bilind ên hikûmetê de, serokatîkirina zanîngehan û beşdariya wan di movikên din ên rêvebirinê û warên xizmetguzariyê û karta taybet jî, bi rêjeyeke berçav zêde bûye.

Bêguman karkirina ji bo baştirkirina rewşa jinan û parastina mafên wan û bihêzkirina pêgeh û beşdariya jinan li hemû warên jiyanê û bi taybetî di rêvebirinê de, tenê erkê hikûmet û desthilata siyasî nîne, çimkî malbat û sîstema perwerde û rêxistinên civaka sivîl û zanayên olî û dezgehên ragihandinê û em hemû bi hev re dikarin roleke me ya bi bandor hebe di parastin û rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û pêkanîna derfeta wekhev li ber jinan û pêşvebirina şiyanên wan, da ku rola xwe ya bi bandor di nava civakê de bilîzin. Herwiha pêwîst e em kar ji bo nehiştina hemû cûre cudakariyên jenderî bikin, bi rêya dabînkirin û pêkanîna zemîne û jîngeheke seqamgîr û li bar ji bo hemû takekesên civakê. Çimkî divê jin, li gor şiyan û jêhatîbûna xwe, rol û pêgeha xwe ya şayeste hebe di hemû qadên jiyanê de, da ku şiyanên xwe ji bo xizmetkirina civaka xwe bi kar bînin.

Mixabin li Herêma Kurdistanê jî, weke li gelek civakên din, diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan, bi awayên cûr bi cûr heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî rûbirûyî hemû cûreyên tundûtûjiyê dibe û pabendbûna xwe bi parastina mafên jinan û rûbirûbûna tundûtûjiya bi giştî û bi taybetî tundûtûjiya li hember jinan cardin tîne ziman. Ji bo vê yekê jî hikûmet ji bo qedandin û sînordarkirina vê diyardeya nemirovî xebata xwe didomîne, bi rêya bihêzkirina pêgeha jinan li nava hikûmet û civakê û dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina yasayan û aktîvtirkirina rola dadgehan û desteserkirin û sizadana wan tawanbarên tundûtûjiyê encam didin.

Ez li vir bi pêwîstî dibînim ku bi taybetî ji dezgehên ragihandinê daxwaz bikim, alîkar bin û rola xwe ya girîng û erênî di pêşvebirina çanda wekheviya jenderî û rûbirûbûna tundûtûjiyê de bilîzin û nabe bibin sedemek ji bo handana tundûtûjiyê û zêdetirbûna diyardeyên civakî yên nebaş.

Careke din Roja Cîhanî ya Jinan li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim û ez hêvî dikim jin û civak bi giştî, di aştî û aramî û pêşketinê de bin û dûr bin ji hemû cûreyên tundûtûjiyê.