Mesrûr Barzanî: Em kar ji bo danîna sîstema sîgorta tenduristiyê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Di du salên borî de, zêdetir ji 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê hatin terxankirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêrî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Pêdaçûn, Şîrovekirin û Çaksazîkirina di Sîstema Tendirustiyê li Hewlêrê hat birêkxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Piştî destbikarbûna kabîneye nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me dest bi proseyeke berfireh a çaksaziya di war û sektorên cuda de kir ku sektora tendirustiyê yek ji wan warên girîng bû. Eger pirsgirêk di tendirustiya giştî de nebûya, bêguman dê pêwîstî bi çaksazî nebûye. Niha jî gelek girft hene û encamdana çaksaziyê, ji bo rûbirûbûna xirabiya birêvebirinê û hebûna sîstema ne bipêkûpêk di vê sektorê de ye.

Got jî: Bêguman çaksazî proseyeke berdewam e û pêwîstiya wê bi demê heye, lê belê ligel wê jî, me pêngavên baş û girîng di çaksaziya di warê tendirustiyê de avêtin, wek nimûne:

- Caksazî di ware kalîteya derman û rênimayên anîn, tomarkirin, pişknîn, çavdêriya bazara derman û sizadana serpêçan.

- Derçûna yasaya mafê nexweş û yasaya rûbirûbpna madeyên hişbir û amadekirina reşnivîsa yasaya mafên bijîşk û sîgorta tenduristiyê û nexweşxaneyên taybet.

- Rêkxistin û danîna reşnivîsa sektora taybet û giştî di warê xizmetguzariya bijîşkî de.

- Kêmkirina nirxê xizmetguzariyan li nexweşxaneyên taybet bi rêjeya % 25 ji bo sivikkirina bargiraniyê li ser milê welatiyan.

- Di du salên borî de, zêdetir ji 100 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê hatin terxankirin. Dixwazin amaje bi wê bidim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî piraniya welatên cîhanê rêkar û rênimayên xweparêziyê girtin. Li vir jî spasiya Wezareta Tendirustiyê û tevahiya bijîşk û karmendên tendirustiyê bikim ku di xeta pêşî ya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: Her di çarçoveya proseya çaksaziya di sektora tendirustiyê de, ev pêngav hatin avêtin:

- Çaksazî di warê rênimayên hawerdekirina xwarek, madeyên Alcohol û wizebexşiyê û girtina rêkarên yasayî li hember serpêçan, ji berk u ew selametî û jiyana welatiyan dixin metirsiyê.

- Dabeşkirina pisporên bijîşkiyê yên cuda ji bo derveyî navenda bajar, qeza û nahiyan, ji bo hebûna hevsengiyê di gihandina xizmetguzariyên tendirustiyê de.

- Eliktronîkirina sîstemên hawerde, tevgera derman, vaksîn, pişknîna taqîgehan û warên din.

- Piştevanîkirina nexweşxaneyên penceşêrê û dabînkirina pêwîstî û çareseriyan bi awayekî serdemiyane.

- Avakirin, firehkirin û nûjenkirina nexweşxane û binkeyên tendirustî li gor karîna li ber dest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: Ligel van pêngavên girîng ên di warê çaksaziyê de, çendîn projeyên girîng di warê tendirustiyê de bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hevahengî ligel welatên dost temam dibin, ji wan jî:

- Vekirina nexweşxaneya Almanî ji bo çareseriya nexweşiyên ku tên vegirtin û Koronayê li bajarê Silêmaniyê.

- Vekirina nexweşneya nû ya zarokan di nava nexweşxaneya Raperîn li Hewlêrê.

- Danîna kevirê binyatê ya navenda çandina moxê hestiyan li bajarê Duhokê.

- Vekirina nexweşxaneya nû ya şewatê li Hewlêrê.

- Temamkirina nexweşxaneya Sîdekanê.

- Temamkirina navenda penceşêra memik li Raperîn.

Vekirina nexweşxaneya çav li Hewlêrê.

- Karkirina ji bo avakirina nexweşxaneya komelgeha Hîtot li navbera Şêladiz û Dêralûkê.

- Karkirina ji bo avakirina nexweşxaneya geştî ya Berdereşê.

Serokwezîr Mesrû Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Em hemû hewl xwe didin ji bo baştirkirina sektora tendirustiyê û gihandina xizmetên tendirustiyê bi welatiyan. Herwiha kar dikin ji bo danîna sîstema sîgorta tendirustiyê li gor pêvanekê ku bi rewşa Herêma Kurdistanê re guncayî be.

Herwiha got: “Bêguman baştirkirina rewşa tendirustiyê, ne tenê erkê hikûmetê ye, lê belê divê welatî, malbat û civak hevkar bin ji bo baştirkirina tendirustiya giştî. Pêwîst e saziyên ragihandinê jî bi roleke girîng ji bo hişyarkirina tendirustî rabin û welatiyan han bidin ta ku ew xwe biparêzin û girîngiyê bidin xwarin û vexwarina xwe û testên pêşwext ên her nexweşiyekê bikin û pabendî rêkar û rênimayên tendirustiyê bibin.

Li dawiyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Dubare destxweşiyê li Wezareta Tendirustiyê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî dikim ji bo rêkxistina vê konferansê û hêviya serkeftinê û tendirustiya baş ji wan re dixwazim.”