Biden: Putin Rûsyayê dagir dike

Serokê Amerîkayê Joe Biden li şûna ku bibêje "Putin Ukraynayê dagir dike", got: “Putin Rûsyayê dagir dike.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden careke din kete xeletiyekê û li şûna ku bibêje "Putin Ukraynayê dagir dike", got: “Putin Rûsyayê dagir dike.”

Çend car in Joe Biden di axaftina xwe de şaşiyên bi vî rengî dike û bêyî ku sererast bike û rastiya wê bibêje, li medyayên cîhanî têne belavkirin.

Di destpêka şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de, Joe Biden gotibû: “Rûsya nikare dilê Îraniyan bi dest bixe.” Tevî ku şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye û ti pêwendiya Îranê bi şer tune ye.

Herî dawî jî di hevpeyvîneke televîzyonî de Biden got: “Putin Rûsyayê dagir dike”, piştî van gotinan, bêyî sererastkirina şaşiya xwe, dibêje: “Ev yek (dagirkirina Rûsyayê ku mebesta wî Ukrayna ye) piştî şerê cîhanî yê duyem rûnedaye.”

Joe Biden di 20ê Mijdara 1942yan de li eyaleta Delawere ya Amerîkayê jidayîk bûye û ji destpêka sala 2021ê ve, weke 46emîn Serokê Amerîkayê dest bi kar kiriye.