Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civînek pêk anî

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Hewlêr (K24) – Îro çarşemê 9ê Adara 2022yan bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser civîna hevbeş a her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê ya di roja 28ê Sibata 2022yan de kurteyek xiste rû, ku li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê de bû.

Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku ev biryara Dadgeha Federal berevajî destûrê ye û binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye û nayê qebûlkirin. Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyan dakokî li ser maf û desthilatên xwe yên destûrî dike, di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan ligel hikûmeta federal, bi rêya gotûbêjan û bi awayekî bingehîn li ser bingeha destûrê.

Di beşa duyem a civînê de, pêşxistina sîstema elektronîk a çarçoveya projeyên xizmet û belavkirina zanyariyan bi rêya portala xizmetê https://services.gov.krd hat gotûbêjkirin, ku bingeh e ji bo dîjîtalkirina hikûmet û serxistina sîstema yek pencereyî ku armanca wê nehiştina rutîn û rûbirûbûna gendeliyê ye, tevî baştir pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo kesên xizmetxwaz.

Piştre Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslîm raportek li ser bandorên şerê navbera Rûsya û Ukraynayê li ser hawirdekirina berhemên xurekê û genim, pêşkêş kir, ku ji çend rasparde û pêşniyaran pêk hatibû, di çarçoveya stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku dabînkirina asayîşa xurek li Herêma Kurdistanê, kiriye armanca xwe ya pêşîne.

Encûmena Wezîran biryar da, amadekariyên pêwîst ji bo her îhtîmalekê were kirin, herwiha biryar raspardina aliyên pêwendîdar ên hikûmetê da, ji bo çavdêrîkirina bazaran, ku nabe ev rewş weke derfetek were bikaranîn û buhayên kelûpelan werin girankirin û bazirganî li ser welatiyên Herêmê were kirin.