Lavrov: Em dixwazin Ukrayna bêalî be

Lavrov: Rûsya êrişî Ukraynayê nekir, lê rûbirûyê rewşekê ku ewlehiya wê dixe metirisiyê bûye.
Sergey Lavrov
Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, “Em piştgirîya her pêwendiyeke bi Kîevê re dikin ji bo bigihin lihevkirinê.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba îro bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê civiyan. Piştî civînê jî Lavrov di konferanseke rojanamevanî de derbarê naveroka civînê de wiha got:

Lavrov: Me di hevdîtinê de tekez kir ku destpêşxeriya Moskoyê ya ji bo vekirina korîdorên mirovî yên rojane li Ukraynayê, hîn jî berdewam e.

Lavrov: Me delîl ji Neteweyên Yekgirtî re pêşkêş kir ku nexweşxaneya Mariupolê ji aliyê neteweperestên Ukraynayê wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn.

Lavrov: Rûsya êrişî Ukraynayê nekir û plana êrîşa li ser welatên din jî nekiriye, lê rûbirûyê rewşekê ku ewlehiya wê dixe metirisiyê bûye.

Lavrov: Yên ku çek û çete ji Ukraynayê re şandine, ew di ber kiryarên xwe de berpirsyar bin.

Lavrov: Em ê ji vê krîzê derbas bibin û êdî ti xeyalên me yên ku Rojava dikare bibe hevparekî pêbawer, nemaye.

Lavrov: Me li ser egera lidarxistina hevdîtina Pûtîn û Zelenskî gotûbêj kir, lê nabe ku hevdîtin tenê ji bo hevdîtinê be.

Lavrov: Em dixwazin Ukrayna bêalî be û em amade ne garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê yên welatên Ewropî û Rûsyayê gotûbêj bikin.

Lavrov: Rojava tenê dixwaze Ukrayna bibe welatekî ku kar li dijî her tiştê Rûsyayê bike.

Lavrov: Me projeyek ji bo garantiya ewlehiyê ji bo hemû Ewropayê û Ukraynayê jî pêşkêş kir, lê hat redkirin.

Lavrov: Me petrol û gaz wek çek bikar neanî û em vê babetê jî ji wijdanê hevkarên xwe yên rojavayî re dihêlin.

Lavrov: Her tim bazarên din ji bo petrol û gaza Rûsyayê hene.

Lavrov: Rûsya ti carî behsa planên xwe yên leşkerî li hember welatên NATOyê nekiriye.