12emîn Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê tê birêkxistin

Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê dest pê dike û heta 20ê Adarê bi komek çalakiyên curbicur berdewam dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe 11ê Adarê, 12emîn Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê dest pê dike û heta 20ê Adarê bi komek çalakiyên curbicur berdewam dibe.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî ku çend sal in Fîstevala Azadî û Newrozê nayê kirin, îsal bername ji bo çareke din ew festival dest pê bike, hat danîn.

Got jî: “Sibe 11ê Adarê ku salvegera azadkirina Hewlêrê, çalakiyên Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dikin û heta 20ê Adarê berdewam dibin.”

Destnîşan kir jî, hejmareke mezin ji hunermendan di festîvalê de amade dibin û çalakiyên curbicur ên hunerê û werzişî tên encam dan. Festîval êvara 20ê Adarê dê bi vêxistina agirê Newrozê bi dawî bibe.

Omêd Xoşnaw da zanîn, yekem çalakiya festîvalê bi danîna kevirê binyatê yê Peykerê Şehîd Xece Bawe dest pê dike.

Şehîd Xece Bawe, jineke têkoşer a Hewlêr û Kurdistanê ye û wek sembola qehremaniya jinên Kurd tê zanîn û di Raperîna 1991ê de li Hewlêrê şehîd bûbû.

Parêzgarê Hewlêrê tekez kir jî, hemû rêkarên ewlehiyê û her hêsankarî ji bo beşdariya welatî û geştiyaran hatine girtin.

Roja 11ê Adara 1991ê xelkê Hewlêrê bi piştevaniya hêzên Pêşmerge li dijî rêjîma Beis a Iraqê rabûn ser pêyan û di demeke kurt de jî bajarê xwe azad kirin.