PAK, PSK û TDK-Tevger êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin

"Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan bilind bikin."

Hewlêr (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin.

Di daxuyaniya her sê partiyên Bakurê Kurdistanê de hat diyarkirin: “Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, bi van êrîşên hanê ve careke din nîşan dane, ku li dijî pêşveçûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in li ser deskeftiyên vê beşa welatê me.”

Daxuyaniya hevbeş a her sê partiyên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Em êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin

Şeva 13.03.2022yan li dora saet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê . Li gorî agahdariyên gelek çavkaniyan, van mûşekan ji nav sînorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekan jî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e.

Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yê Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên muşekî.

Cîhê dilxweşiyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştiye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahiya televîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.

Van êrîşên terorîstan ne tenê binpêkirina serweriya dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.

Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, bi van êrîşên hanê ve careke din nîşan dane, ku li dijî pêşveçûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in li ser deskeftiyên vê beşa welatê me.

Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.

Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên rojava û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (USA)  daxwaz dikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.

Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên  terorîstan bilind bikin.

Daxwazên me ji  hemû  hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskeftiyên netewî yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşîlêgirtina êrîşên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.

Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistaniyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her aliyê cîhanê jî divê destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.

13yê Adara 2022yan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)