Ukrayna: 2500 welatiyên sivîl li Mariupolê hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Ofîsa Serokatiya Hikûmeta Ukraynayê Oleksiy Arestovych eşkere kir; di encama êrîşên Rûsyayê bo ser bajarê Mariupolê de, zêdetirî 2 hezar û 500 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Oleksiy Arestovych ji kanaleke televîzyonê re ragihand ku şer û pevçûnên li bajarê Mariupolê berdewam in û artêşa Ukraynayê rêgirî li êrîşên Rûsyayê kiriye.
Arestovych diyar kiriye; artêşa Rûsyayê nekariye bajêr kontrol bike û ji ber vê yekê welatiyên sivîl kiriye armanc. Herwiha gotiye: “Rûsya dixwaze wî bajarî ji ser nexşeyê rake. Li gor amarên fermî, heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 welatiyên sivîl li Mariupolê hatine kuştin.”