Elon Musk gefê li Putin dixwe

Damezrînerê kompaniya berhemanîna keştiya esmanî û mûşekan yê SpaceX Elon Musk gefê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Damezrînerê kompaniya berhemanîna keştiya esmanî û mûşekan yê SpaceX Elon Musk, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, li ser Ukraynayê gefê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwe.

Elon Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Ukraynayê de gef li Serokê Rûsyayê xwar û got: “Ez ji bo rûbirûna xwe û wî bangî Vladimir Putin dikim.”

Di peyama xwe de Elon Musk hesabê twitterê yê Kremlînê tag kiriye û ragihandiye: “Mijara cihê behsê Ukrayna ye, gelo tu vî şerî qebûl dikî?”

Elon Musk di meha Sibatê de kelûpel û pêwîstiyên înternetê yên Starlink a valahiya esman ji bo Ukraynayê çalak kiribû û çendîn car li medyaya civakî piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê nîşan dabû.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê ve, zêdetirî 2 milyon û 690 hezar kes awareyî welatên din bûne.

Hatiye ragihandin ku herî kêm 569 kesên sivîl li Ukraynayê hatine kuştin û 1067 kes jî birîndar bûne.