Omêd Xoşnaw: Hewlêr ji bo Newrozê amade ye

Agirê Newrozê di ahengeke cemawerî de bi amadebûna hejmarek mezin ji kesayetên siyasî, konsul û nûneratiyên welatan tê vêxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, amadekariyên Newrozê ji aliyê komîteyên parêzgariyê ve bi dawî bûne.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 12emîn Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê ku roja 11ê Adarê dest pê kiribû, sibe bi dawî dibe û bernemayên festîvalê wek xwe hatin pêkanîn.

Omêd Xoşnaw diyar kir, dawî çalakiya festîvalê jî ew e, sibe 20ê Adarê ahengeke cemawerî ya mezin li Parka Şaneder bi amadebûna hejmarek mezin ji kesayetên siyasî, konsul û nûneratiyên welatan birê ve diçe.

Parêzgarê Hewlêrê got jî, sibe êvarê agirê Newrozê bi awayekî fermî li Parka Şaneder tê vêxistin.

Diyar kir jî, amadekariyên Newrozê ji aliyê komîteyên parêzgariyê ve hatine kirin û di 4 rojên borî de hejmarek mezin ji geştiyaran hatine Hewlêrê.

Umêd Xoşnaw diyar kir jî, di navbera 1'ê Çile û 15'ê Adarê de zêdetirî 500 hezar kesî serdana Hewlêrê kirine. Tê pêşbînîkirin jî, di rojên betlaneya Newrozê de jî nêzîkî 200 hezar geştiyar bên Hewlêrê.