Di Newroza Stenbolê de banga çareseriya pirsa Kurd hat kirin

Newroza li Stenbolê yek ji mezintirîn meydanên li bajêr bi qelebalixeke mezin hat pîrozkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Newroza li Stenbolê yek ji mezintirîn meydanên li bajêr bi qelebalixeke mezin hat pîrozkirin. Ji salên berê ciyawaztir hejmareke zêde ala Kurdistanê ji hêla gêncan ve li qada mezin hatin hildan, daxwazên aştî û azadî bo Kurdan hatin kirin.

Hevserokê HDP Mîthat Sancar di qada Newrozê de zêdetir bal kişand ser kêşeya Kurd û bo çareserî rêbaza demokratîk wek rêbazeke esasî dest nîşan kir. Hat ragihandin piştî bidawîbûna ahenga Newrozê nêzîkî 60 kes hatin desteserkirin.

Tevî hewayeke sir û seqem li Stenbolê, bi hezaran Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe dan qada Yenîkapiyê.

Bi banga HDP ji biçûkan heya mezinan Kurdên ji her aliyê Stenbolê, bi kêf û coş herikîn qada pîrozbahiyê ku yek ji mezintirîn qada li bajêr e.

Hevserokê HDP Mîthat Sancar di Newrozê de wek mijareke sereke behsa kêşeya Kurd, rêbaza çareserkirina wê kir û amaje kir ew piştgiriya deklarasyona aştî ya sala 2013an ku li Newroza Diyarbekirê hat xwendin dikin.

Mîthat Sancar diyar kir: “Ji bo jiyaneke aştiyane divê kêşeya Kurd bi rêbazeke demokratîk were çareserkirin. Ev rêbaza çareserî bo aştiyeke rûmet pêngeveke girîng e. Newroz bo aştî û çareseriya demokratîk remzek e. Em li ser soza xwe ya deklarasyona aştî ya 2013an in û piştgiriya bernameya demokrasî ya li Dolmabahçayê dikin. Zêdekirina erk û hêzên rêveberiyên herêmî bo me gelek girîng e. Em ê li gel hêzên demokratîk bin û çareserî di rêya sisiyan de di tifaqa demokrasiyê de ye. Ev rê, rêya azadî li Kurdan dê veke.”

Li qada mezin ji salên berê ciyawaztir îsal hejmareke zêde gênc ala Kurdistanê hildan, daxwazên wekhevî, azadî û aştî hatin kirin.

Gêncekî Kurd diyar kir: “Daxwaza me ew e ku hemû Kurdên li Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur di bin siya ala rengîn de bibin yek, yekîtiya xwe xurt bikin. Em Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin. Li vir bi hildana ala Kurdistanê em kêfxweş dibin.”

Herwiha gêncekî din jî destnîşan kir: “Kawayê Hesinkar çawa li hemberî zilma Dehaqan agirê berxwedanê hilkiriye îro jî em vî agirî di Newroza 2022an de li qadên Stenbolê, li qadên Kurdistanê geş dikin. Newroza her çar perçe û hemû gelê alemê pîroz be.”

Hunermend Xêro Abbas bi stranên xwe di hewaya sar de coş û germahiya nava dilê beşdaran bi taybet yên gêncan zêdetir kir.

Xêro Abbas diyar kir: “Ez Newroza her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Hêviya jiyaneke aştiyane û wekhev dikim bo Kurdan. Newroza îsal li çar perçeyên Kurdistanê bila silametî derbas bibe. Hewayeke sar heye li Stenbolê lê coşa milet nahêle vê serma û ba bihese.”

Gelek kesên ku piştî demeke din bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn û dixwestin bikevin qadê lê polêsan rê li ber wan girt.

Li gor ragihandina Komeleya Hiqûqnasên bo Azadî nêzîkî 60 kes piştî bidawîbûna bernameyê dema belav dibûn ji hêla polêsan ve hatin desteserkirin.