Li Bîngolê teqîn: 2 polîsan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rêveberiya Hêzên Taybet ya Rêveberiya Asayîşa Bîngolê di dema veguhestina mînên dije tank de teqînekê rû da û du polîsan canê xwe ji dest dan.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di dema veguhestina mînên dije tank de teqînê rû da û hêj sedema teqînê nehatiye aşkerekirin.
Di teqînê de, du polîs bi giranî birîndar bûn û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê hatin veguhastin. Piştre jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.