HSD: Divê civaka navdewletî stratejiyeke zelal ji bo rêgirtina li vegera DAIŞ’ê deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi boneya salvegera sêyemîn a kontrolkirina Baxozê, dawî xaka di destê çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniya xwe de got: “Têkbirina meydanî û leşkerî ya DAIŞ’ê li baregehên wê yên dawî li Baxozê, şansên jiyanê da bi milyonan xelkê li herêm û cîhanê.

HSDê bal kişande ser wê ye ku metirsiyên DAIŞ berdewam dike û ev rêxistina terorîstî hewl dide xewnên xwe ji nû ve vejîne û hin navçeyên Sûriyê û Iraqê kontrol bike.

Amaje bi wê jî da, êrîşên vê dawiyê yên li ser zîndana li Hesekê, tiştê ku wan hişyarî dabû piştrast kir, ku civaka navdewletî di çareserkirina vê dosyayê de xemsar e û ti planeke zelal ji bo îdarekirina dosyayên girtîgeh û kampên ku malbatên DAIŞê tê de ne, nîne.

HSD dibêje: “Li ser vê bingehê, Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bang li hemû welatên hevpeymaniya navdewletî dike ku di şerê xwe yê demdirêj de zêdetir piştgiriya hêzên me bikin û stratejiyeke zelal a leşkerî, ewlekarî û siyasî pêş bixin, da ku rê li ber vegera DAIŞê bigirin.”

Herwiha HSD bang li civaka navdewletî dike ku alîkariyên guncaw û herdemî pêşkêşî gelên herêmê bike, piştgiriya ewlehî, aramî û geşepêdana aborî û civakî bike û rola xwe di rêgirtin li pêşiya aliyên din bi taybet Tirkiyê bigire, ji bo destkeftiyan ku pêk hatine bêne parastin.