Macron: Em ê alîkariyên xwe ji bo Ukraynayê bidomînin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand; ew ê alîkariyên xwe ji bo Ukraynayê bidomînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand; ew ê alîkariyên xwe ji bo Ukraynayê bidomînin, lê belê xeta wan a sor ew e ku nebin beşek ji şer û wisa neyê dîtin ku hemû welat li dijî Rûsyayê şer dikin, alîkariyên Fransayê ji bo wê yekê ye ku Ukrayna berevaniya xwe bike.

Emmanuel Macron piştî bidawîbûna Lûtkeya NATO ya li Brukselê axivî û diyar kir: “Me li Lûtkeya NATO li ser çend mijaran li hev kir, ji wan; berfirehkirina alîkariyan ji bo Ukraynayê, ji aliyê dayîna çek û sîstema berevanî û pêwîstiyên din ve.”

Macron destnîşan kir: “Serok Zelensky bi me re axivî û bi eşkere pêwîstiyên xwe got. Tiştê girîng ew e ku hemû endamên NATO yekdeng in li ser wê yekê ku em dayîna çekên bi bandor û sîstema berevaniyê bo Ukraynayê bidomînin, lê belê di wê çarçoveyê de ku aliyê şerê rasterast û wisa nebe ku çendîn welat li dijî welatekî din bibin yek.”