Pasewanên sînor xaleke stratejîk li sînorê Kanî Masî danî

Nêzîkî 60 leşkerên ji Hêza Pasewanên Sînor ên Iraqê li ser keleha Qumriyê hatin bicihkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke pasewanên sînor, xalek li Keleha Qumriyê li navçeya Kanî Masî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve danî.

Muxtarê gundê Qumriyê Omer Kamil ji K24ê re ragihand, demek e Kela Qumriyê bûye meydana şerê di navbera çekdarên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de û çend caran ketiye ber bombebaranê, di encamê de jî ziyaneke mezin gihîştiye wê deverê.

Muxtarê gundê Qumriyê diyar kir, duhî nêzîkî 60 leşkerên ji Hêza Pasewanên Sînor ên Iraqê li ser kelehê hatin bicihkirin.

Hêzeke pasewanên sînor li Keleha Qumriyê bi cih bû

Omer Kamil got jî, biryar e îro çend xalên din jî ji aliyê wê hêzên ve li deverê bêne danîn, ji bo rêgirî li pêşketinên artêşa Tirkiyê bê kirin ku ji ber hebûna PKKê derbasî wê deverê bûne.

Li gor zanyariyên Muxtarê Gundê Qumriyê, keleha Qumriyê li ser bilindahiyên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê. Keleh berî nêzîk 200 salî di serdema mîrên Kurdan de hatiye dirustkirin.