Serokê AK Partî yê Diyarbekir: Herêma Kurdistanê rewa ye, zimanê û ala wê heye

Diyarbekir (K24) – AK Partî li Diyarbekirê civîna mehane ya nirxandina rojevê li dar xist. Di civînê de Serokê AK Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Dogrû anî zimên ku ew qabûl nakin Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû ji ber qebûlkirina diyariya Parêzgarê Hewlêrê ya wêneyên Kurdistanê rastî êrîşan bê.

Serokê AK Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin civîna çapemeniyê yê mehane ya nirxandina rojeva meha Adarê li dar xist.

Di civînê de serdana Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ya ji bo Diyarbekirê jî hat rojevê.

Di serdanê de Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw Albuma wêneyên Kurdistanê ya danasîna geştiyariyê, diyarî Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû kiribû û ji ber ku li ser albûmê navê Kurdistanê hebû, ev yek ji aliyê nijadperestan ve di medyaya civakî de rastî êrîşên nijadperestî hatibû.

Serokê AK Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin amaje kir ku ew qebûl nakin Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû rastî êrîşan bê û amaje kir ku ew piştgiriya Munîr Karaloglû dikin.

Aydin anî zimên ku ew bi serdana Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw keyfxweş in û dixwazin ku serdana wisa zêdetir jî bibin.

Serokê AK Partî yê Şaxa Diyarbekir destnîşan kir ku têkiliyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re di astek baş de ne û pêkan e ku Parêzgarê Diyarbekir jî serdana Hewlêrê bike û her wiha bal kişand ku Herêma Kurdistanê rewa ye, ala wê heye, zimanê wê heye û ew bi xwe jî çend caran çûye wê derê.