Lavrov: Bicihkirina binesaziya NATOyê li Asyaya Navîn nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bicihkirina binesaziya Amerîka û NATO'yê li Asyaya Navîn weke ku nayê qebûlkirin nirxand.

Lavrov îro Pêncşemê di axaftina xwe ya rûniştina Konferansa Welatên Cîran ên Afxanîstanê de got: “Wekî ku me berê jî behs kiribû, em bicihkirina her binesazîya leşkerî ya Amerîka û NATOyê, yan jî yên Afganên ku xizmeta wan dikin, li ser xaka welatên cîran û di serî de li Asyaya Navîn qebûl nakin.”

Got jî: “Planên bi vî rengî berûvajî berjewendîyên ewlekarî yên welatên herêmê ne û li dijî belgeyên yasayî yên Rêxistina Peymana Ewlekarîya Komî ne.”

Konferansa Welatên Cîran ên Afganîstanê li bajarê Huangshan ê Çînê duhî bi beşdariyan Îran, Pakistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Tirkmenistan, Qeter, Rûsiye û Çînê dest pê kiribû.