PDK û Siyade daxuyaniyeke hevbeş belav kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Siyade daxuyaniyeke hevbeş li ser helwesta nû ya Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir belav kir.

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Siyade daxuyaniyeke hevbeş li ser helwesta nû ya Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir belav kir û ragihand: “Em helwest û pêşniyara Muqteda Sedir ji bo bilez avêtina gavekê ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz, bilind dinirxînin.”

PDK û Siyade di daxuyaniya xwe ya hevbeş de helwesta Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz bo çareseriya komek dosyeyên aloz ku rûbirûyî gelê Iraqê bûne, bilind dinirxînin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em tekezî li ser şerîkatiya hevbeş ligel hevpeymaniyên Sedirî dikin, bêyî wan hikûmeteke bihêz li Iraqê nayê avakirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em bi awayekî eşkere radigihînin ku em pabend in bi rizgarîkirina niştiman, ku xelkê Iraqê li bendê ne.”

Tekezî li gotûbêja niştimanî ligel hemû aliyan hatiye kirin, bêyî destwerdana derekî, da ku Iraq bigihîje qeraxa aramiyê.

Siyade û PDKê ragihand; ew pêdagirî li biratiya nav mala birayên xwe yên Şîe dikin û dibêjin: “Ji bo diyarkirina kesayetek ji aliyê Sediriyan ve ji bo Serokwezîrê nû yê Iraqê û nîşandana bernameya kar bi rastiya Iraqê ve û piştevaniya temamê pêkhate û hêzên siyasî ve girêdayî be.”