Tirkiye otomobîla fermandarekî HSDê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîla fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir armanc û 2 kes birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê duhî otomobîla endamê Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Siryanî Orom Marokî li bajarê Til Temirê kir armanc.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, endamê Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Siryanî Orom Marokî û kesekî din ku wergêr e birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, Orom Marokî bi hêzeke Rûsî re bû û ber bi wîstgeha elektirîkê ya Til Temirê ve diçû.

Ev di demekê de ye, roja 1ê Nîsanê HSDê ragihandibû, di êrişeke firokeyeke artêşa Tirkiyê li ser rêya M4 ya Tirbespiyê de, endamekî Hêza Erkê Xweparastinê hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.