Lavrov daxwaza civîneke bilez a Encûmena Asayîşa Navdewletî dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov red dike ku Rûsyayê li bajarê Bucha xelkê sivîl kuştibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov red dike ku Rûsyayê li bajarê Bucha xelkê sivîl kuştibe û dibêje, tiştê rûdaye mijareke metirsîdar e û daxwaza civîna bilez a Encûmena Asayîşê dike.

Serge Lavrov di civîna ligel Nûnerê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî de li Moskowê hişyariya wê yekê da, ku tohmetbarkirina Rûsyayê bi encamdana wan tawanên li Buchayê rûdane, li ser aştî û asayîşa navdewletî metirsîdar e.

Lavrov eşkere kir: “Artêşa Rûsyayê di 30yê Adarê de bi temamî ji Buchayê vekişiya. Di 31ê Adarê de Serokê Şaredariya Buchayê daxuyaniyek da û got: 'Her tişt weke xwe ye'. Piştî du rojan me dît ku her tişt li ser cadeyan hatine rêkxistin û niha dixwazin vê mijarê li dijî Rûsyayê bi kar bînin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir: “Em daxwaza civîneke bilez a Encûmena Asayîşa Navdewletî dikin li ser vê mijarê.”

Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.

Piştî vê yekê, pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.