Bi 3 zaravayên Kurdî bernameya wergera Qurana Pîroz hat amadekirin

4 ciwanên Kurd, bernameyeke ku wergera Qurana pîroz dihewîne wek aplîkasiyon amade kirin.

Diyarbekir (K24) - Ronî Bedirxan Mamoseyê zimanê Kurdî ye û li Batmanê dijî. Ronî Bedirxan wergera Kitêba Pîroz a misilmanan Qur’anê bi 3 zaraveyên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Zazakî di bernameya bi navê "Qurana Kurdî" de amadekiriye û kiriye xizmeta Kurdan. Bedirxan tîne ziman ku nebûyîna bernameyeke wiha kêmasî bû û ji bo ku Kurd bi Kurdî hemû pêdiviyên xwe yên olî, çandî û dîrokî peyda bikin dê xebatên xwe bimeşînin.

4 ciwanên Kurd, bernameyeke ku wergera Qurana pîroz dihewîne wek aplîkasiyon amade kirine ku têde li gel wergera Quranê pêşgotinên Kurdî û derfetên din jî hatine dirustkirin.

Amadekarê projeyê Ronî Bedirxan ragihand ku salekê berê dema li ser înternetê li bernayeke wiha geriyane û peyda nekirine, bi 3 hevalên xwe re biryara amadekirina vê projeyê dane û sala borî jî di bernameyê de tenê Kurmancî çêkirine, lê îsal wê bernameyê dewlemendtir kirine da ku Kurd bikarin bi zimanê xwe jê sûdê werbigirin.

Ronî Bedirxan ji K24ê re diyar kir: “Par me meala Kurmancî çêkiribû. Piştî ku baldariyeke zêde ji bo wê çêbû me jî xebata xwe berfirehtir kir. Di destpêkê de me xwest bi Kurdiya Quranê guhdarî bikin,  Lê me dît ku xebateke wiha tune ye. Tenê li ser youtubê vîdeoyekî hebû. Me jî biryar da ku em aplîkasyona wê çê bikin. Me par Kurmanciya wê çêkiribû. Lê bi zaravayê Zazakî wek vîdeo jî tunebû. Me dît ku valahiyeke xebateke wiha heye û me xwest wê valahiyê li gor derfetên xwe tije bikin. Niha bûye 3 zaraveyî û çarçoveya Kurdî me temam kir. Yanî vêga kî bixwaze dikare bi Kurmancî, Zazakî û Soranî wergera Quranê dikare guhdarî bike û bixwîne.”

Di aplîkasyon ango bernameyê de (Qurana Kurdî) pêşniyarên navên zarokên ku nû jidayîk dibin, bûyerên girîng yên di dîrokê de pêk hatine û pêşgotinên Kurdî jî hatine diruskirin.

Berpirsê pêwendiyên Civakî yê HezKurdê Mehmet Saîd Ozturk jî tîne ziman ku ew wek HezKurd vê projeyê girîng dibînin û piştgiriya wê dikin.

Mehmet Saîd Ozturk diyar kir: “Projeyên wiha pir dernegî  ketine. Divê beriya 20 salan xebatên wiha bihatina kirin. Miletê me ol û baweriya xwe her tim ji zimanên din fêr bûne. Loma jî îro bi zimanê xwe fêr buyîna bawerî û ola xwe girîng e. Dema ku bi zimanê xwe, bi zimanê Kurdî fêrbibin, dê hem baweriya wan qewîtir bibe, hem jî bîrewerî û şexsiyeta wan jî baştir rûbinê.”

Rêvebirên projeyê ragihandin ku kî bixwaze dikare bernameyên dabixe û jê wergera Quranê bixwîne û guhdarî bike. Dîsa anîn ziman ku dê kar û xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî berdewam bikin û daxwazî jî dikin ku saziyên zimên di serî de, sazî, dezgeh û kesayetên Kurd jî piştgiriyê bidin projeyên kar û xebatên wan.