Biden: Rûsya dê berdêla tiştên ku li Bucha kiriye bide

Biden: Divê berpirsên komkujiyên li paytexta Ukraynayê Kîev û bajarê Bucha bêne sazadan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden piştrast kir ku cezayên nû yên ku ji aliyê Washington ve li ser Rûsyayê hatine sepandin, peyamek e ku ew ê berdêla tiştê ku li bajarê Bucha yê Ukraynayê kiriye bide.

Biden duhî Çarşemê di konferanseke rojnamevanî de got, divê berpirsên komkujiyên li paytexta Ukraynayê Kîev û bajarê Bucha bêne sazadan.

Biden aşkere kir, welatê wî dê sizayan li dijî Rûsya zêde bike, heta niha jî siza li ser 600 kompanyayên Rûsî hatine danîn. Da zanîn jî, ew ê fermana qedexekirina her veberhênanên Amerîkî li Rûsyayê îmze bike.

Daxuyaniya Biden di demekê de ye, piştî belavbûna wêneyên termê sivîlan li kolanên Bucha û di gorên komî de, hêrsa cîhanî zêde dibe.

Dozgerê Giştî yê Amerîka Merrick Garland got, Wezareta Dadê bi hewildanên navneteweyî yên ji bo destnîşankirin û hesabpirsîna berpirsiyarên hovîtiyên li Ukraynayê re dibe alîkar.

Da zanîn jî, Dozgerê Sûcên Cengî yê Wezareta Dadê bi hevtayê xwe yê Fransî re hevdîtinek pêk anî û dozgerên Beşa Cezayê bi nûnerên Europolê re civiyan.

Diyar kir jî: “Em di qonaxa berhevkirina delîlan de ne. Em alîkariya hevkarên xwe yên Ewropî û hevkarên xwe yên Ukraynayê dikin.”