Hunermend Hawta Esed koça dawî kir
Hewlêr (K24) – Îro danê êvarê hunermendê navdar ê xelkê Başûrê Kurdistanê Hawta Esed li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Hawta Esed di sala 1961ê de li Hewlêrê jidayîk bûye û ji sala 1983yan ve di warê huner û strana Kurdî de dixebitî û di jiyana xwe ya hunerê de bi dehan stran tomar kirine.
Hunermend Hawta Esed bavê çar zarokan bû.