Erebistana Siûdî deriyê Mekeyê ji bo Hecê vedike

Erebistana Siûdî plana xwe ji bo pêşwazîkirina heciyan ragihand û eşkere kir ku îsal dê pêşwazî li milyonek hecî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebistana Siûdî plana xwe ji bo pêşwazîkirina heciyan ragihand û eşkere kir ku îsal dê pêşwazî li milyonek hecî bike.

Wezareta Hec û Umre ya Erebistana Siûdî ragihand, îsal rê li ber serdana Hecê tê vekirin, ku ji welatên din jî serdana Mekeyê bikin û hejmar jî tê zêdekirin.

Hewiha eşkere kir, îsal ji navxwe û ji derveyî Erebistana Siûdî dê pêşwazî li milyonek heciyan bikin, li gor rêjeyên ku ji bo welatan hatine diyarkirin.

Erebistana Siûdî du merc ji bo heciyan diyar kirine, kesên ku serdana Mekeyê dikin, temenê wan 65 salî zêdetir nebe, herwiha divê pişkinîna wan a Koronayê hebe û 72 saet di ser re derbas nebe.

Wezareta Hec û Umre ya Erebistana Siûdî daxwaz dike ku di dema cîbicîkirina erkê olî de rênimayên xweparêziyê li ber çavan bigrin.