PSK’ê deklerasyonek li ser çareseriya pirsa Kurd û pirsgirêkên Tirkiyê ragihand

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), deklerasyonek li ser azadî, demokrasî, aştî û çareseriyê belav kir
kurdistan24.net

Diayrbekir (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), deklerasyonek li ser azadî, demokrasî, aştî û çareseriyê belav kir. Di deklerasyonê de bal hat kişandin ku li Tirkiyê qeyranên sîyasî, civakî û aborî her diçe kûr dibin û pêwistî bi çareseriyên lezgîn. Serokê Giştî yê  PSK’ê Mesûd Tek ragihand ku piştî li bajarên bakûrê Kurdistanê serdana saziyên sivîl, jûrên pişeyî û aliyên cuda yên Kurd kirine, dekalrasyonê amade kirine. Tek balê kişand ku çareseriya hemû kêşeyan bi çareseriiya pirsa Kurd ve girêdayî ye.

Li Dİyarbekirê Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek, bi beşdariya endam û rêvebirên partiya xwe û nûner û rêvebirên partiyên siyasî yên Kurd, deklerasyoneke ku banga çarseriyên tekez dike ragihand.

Mesûd Tek piştî deklerasyonê ragihand ku piştî ku ji sala borî ve, serdana aliyên cuda kirine û pêşniyar û boçûnên wan guhdarî kirine, vê deklarasyona ku ji bo kêşeyên li Tirkiyê çareseriyan pêşniyar dike û bi taybet jî balê dikşîne li ser giringiya çareseriya pirsa Kurd ragihandine. Tek anî ziman ku bêy ku pirsa Kurd bê çareser kirin, Tirkiye nikare kêşeyên din çareser bike û divê destûreke bingehîn bê diruskirin ku Kurd jî bi mafên xwe yên siyasî tê de bên nas kirin.

Mesûd Tek ji K24ê re got: “Me serdana jûrên parêzeran, jûrên bazirganî û pişesazî, sazî komeleyên şofêr, cotkar û aliyên cuda kir. Me bi wan re li ser rewşa Kurdistanê, li ser rewşa Tirkiyê û bi taybetî rêyên çareseriyê nîqaşan kir û guhdariya pêşniyarên wan kir. Me xwest ku li gorî bîr û baweriya partiya xwe rêbazên çareseriyê pêşkêşî miletê xwe bikin. Yanî tenê destnîşankirina pirs û pirsgirêkan ne bes e.”

Beşdarên civînê jî raghandin ku divê Kurd, ji bo hemû pêwajoyan xwe amade bikin da ku li gel kêş û girîftên ku destnîşan dikin, pêşniiyarên hevbeş yên çareseriyê jî amade bikin.

Serokê Partya Demokrat a Kurdistana (KDP) Reşîd Akinci jî deklerasyonê girîng nirxand û balê kişand ku ji ber pêşniyarên gişt aliyên civakê tê de ne girîng e.

Serokê KDPê Reşîd Akinci ji K24ê re got: “Partiya Sosyalîst a Kurdistan pêşnyar li me jî kir ku ew diçin gel hemû partî û rêxistiinên siyasî û civakî. Xwestin ku em jî bîr û boçûnên xwe ji bo deklerasyonê pêşniyar bikin. Yanî dixwestin emû partî û saziyên li bakûrê Kurdistanê pêşniyarên ji bo deklerasyonê vebibêjin. Me jî li gor xwe pêşniyarên xwe kirine û ew pêşniyarên me jî bên qebûl kirin emê jî di navde berdewam bimînin. Ev gaveke derneg mayîye, yanî divê zûtir bihata kirin.  Hêviya me ew e ku ji îro pê ve kar û xebatên girîng bikin da ku çend gavên ber bi pêş ve bi gelê xwe re biavêjin û ji bo miletê Kurd tiştekî bînin holê.”

Di deklerasyonê de bal hat kişandin ku bangewazî û pêşniiyarên ku hatine kirin, ji bo destûra bingehîn ya Tirkiyê ku jinûve bê çêkirin jî pêşniyarên hevbeş in û loma jî girîng in.