Lukaşenko: Cîhan ber bi birçîbûnê ve diçe

"Bêyî kîmyayî, xurek û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe."

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê ji Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko radigihîne, bêyî kîmyayî xurek û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe.

Aleksandr Lukaşenko ragihand: “Rûsya û Belarus du welatên mezin ên berhemhênerên peyînê kîmyayî ne, bêyî wê madeyê cîhan nikare çandiniyê bike, loma em bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçin.”

Ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Amerîka û welatên Ewropayê siza xistine ser kelûpelên Rûsya û hevpeymanên wê, ku Belarus alîkarê herî mezin ê Moskowê ye.

Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî 43 roj in şer û pevçûna  di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.

Operasyona serbazî ya Rûsyayê li axa Ukraynayê karvedaneke navdewletî li pey xwe anî û hejmarek welatan sizayên aborî û darayî yên giran bi ser Moskowê de sepandin.