Li ser rasperdeya Mesrûr Barzanî 13 dibistan li Hewlêrê tên avakirin

Ji bo vê mebestê, Parêzgarê Hewlêrê bi hejmarek veberhêneran re civiyaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 13 dibistan li nava bajar û parêzgeha Hewlêrê tên avakirin, ji bo vê mebestê jî, Parêzgarê Hewlêrê bi hejmarek veberhêneran re civiyaye.

Li gor daxuyaniyeke Parêzgarê Hewlêrê, piştî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel hejmarek ji veberêneran ku di destpêşxeriyekê de biryar dane li ser erkê xwe hejmarek ji dibistanan li nava bajar û parêzgeha Hewlêrê ava bikin, îro Çarşemê 13/4/2022an Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji bo çawaniya kar û çareserkirina her pirsgirêkekê, ligel hejmarek ji wan veberêneran civiya.

Amaje bi wê hate kirin, di civînê de ku her yek ji Serokê Şaredariya Hewlêrê, Rêveberê Giştî yê Şaredariyan, Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê û rêveberên nahiyayê Behreke û Kesnezanê amade bûn, Parêzgarê Hewlêrê amadehiya parêzgariyê ji bo her hevkarî û asankariyekê ji bo karê wan nîşan da.

Hat diyarkirin jî, di tewereke din a civînê de guftûgo derbarê çawaniya avakirina dibistanan li gor nexşe û kalîteya ji bo wan hatiye danîn, hate kirin. Ronahî hate xistin li ser hin pirsgirêkên ku bûne sedema derengketina avakirinê. Ji aliyê xwe ve, veberhêneran tekezî li wê yekê kirin ku ew ê her hewleke xwe bidin ji bo bi sala nû ya xwendinê re, karên avakirina wan dibistanan bi dawî bibin û xwendekar jî perwerdehiyê werbigirin.