Brîtanyayê derbarê penaberan de biryareke nû da

"Êdî her penaberekî ku ji Fransayê bi rêya neyasayî derbasî Brîtanyayê bibe, rasterast dê were vegerandin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand, êdî her penaberekî ku ji Fransayê bi rêya neyasayî derbasî Brîtanyayê bibe, rasterast dê were vegerandin, da ku li Fransayê dosyeya kesê pebaner were nirxandin û lêkolîn were kirin, dema di nirxandinê de derbiçe, wê demê dikare derbasî Brîtanyayê bibe.

Boris Johnson di axaftineke xwe de diyar kir: “Ji îro şûnde bernameya me ya nû ya li ser penaberan, her kesek bi awayekî neyasayî derbasî axa Brîtanyayê bibe û her kesekî ku piştî meha Çileya borî hatibe Brîtanyayê, dê were vegerandin.”

Johnson destnîşan kir: “Ev bernameya nû ya Brîtanyayê ye li ser penaberên ku bi awayekî neyasayî têne nav axa Brîtanyayê û ev dibe rêyek ji bo kontrolkirina hatina penaberan, herwiha ev dê bibe modelek ji bo rêgirtina li bazirganîkirina bi mirov.”

Herwiha eşkere kir: “Li gor bernameya me ya nû, ji îro şûnde yekeyeke taybet a artêşa Brîtanyayê li kanala Brîtanî tê cîbicîkirin ji bo çavdêrîkirina hemû belem û keştiyên ku têne nav deryaya Brîtanyayê, ev jî ji bo wê yekê ye ku ti keştiyek bêyî pişkinîn nekeve nav axa welatê me.”