Almanya bi rêya planeke bilez rêgirî li hawirdekirina enerjiya Rûsyayê dike

Hikûmeta Almanyayê 3 milyar û 200 milyon Euro dabîn kiriye, da ku bi rêya planeke bilez hawirdekirina enerjiyê ji Rûsyayê bi awayekî berçav kêm bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Almanya bi qasî 3 milyra û 200 milyon Euro ji bo kêmkirina mitmaneya enerjiya Rûsyayê dabîn dike.

Wezareta Darayî ya Almanyayê bi daxuyaniyekê li ser hawirdekirina enerjiya Rûsyayê eşkere kir, hikûmetê 3 milyar û 200 milyon Euro dabîn kiriye, da ku bi rêya planeke bilez hawirdekirina enerjiyê ji Rûsyayê bi awayekî berçav kêm bike.

Li ser vê mijarê Wezîrê Darayî yê Almanyayê Christian Lindner li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Divê xwegirêdana bo hawirdekirina enerjiya Rûsyayê bi lez bi awayekî berdewam were kêmkirin.”

Wezareta Darayî ya Almanyayê eşkere kiriye, ligel hevbeşên xwe yên bazirganî, li ser dabînkirina 2 milyar û 94 milyon Euro li hev kirine, weke kirêya veguhestina gaza sirûştî bi rêya keştiya mezin a hilgira enerjiyê bi rêya deryayê ve.

Ev di demekê de ye ku 20 welat di serî de jî Awustralya, Qeter û Amerîka gaza sirûştî bi rêya deryayê hinarde dikin.