Hikûmeta Iraqê operasyona leşkerî ya Tirkiyê şermezar dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê: Operasyona Tirkiyê, binpêkirina serwerî û rêznegirtina li dewletê ye û li dijî peyman û yasayên navdewletî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê, operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê şermezar dike û wê bi binpêkirina serweriya xaka Iraqê û li dijî peyman û yasayên navdewletî dizane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sefah di daxuyaniyekê de ragihand ku Hikûmeta Iraqê operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi riya helîkopterên ATAK û firokeyên bêfirokvan li navçeyên Metîna, Zab, Avaşîn û Basiyan bi tundî red û şermezar dike.

Sefah got jî: “Iraq vê operasyonê, bi binpêkirina serwerî û rêznegirtina li dewletê dizane û ev li dijî peyman û yasayên navdewletî ye. Herwiha ev operasyon li dijî perensîpên cîrantiya baş e.”

Tekez kir jî, Hikûmeta Iraqê rê nade xaka wê ji bo gihandina ziyanê bi welatên cîran were bikaranîn û re dike ku Iraq bibe meydana yekalîkirina nakokiyên navdewletî.

Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sefah di demekê de ye, duhî artêşa Tirkiyê li navçeyên çiyayî yên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyan ji asîman û bejahî ve li dijî PKK’ê dest bi operasyonê kiribû.