Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke bijahî û asmanî li navçeyên sînorî yên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de kir.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar derengê şeva borî ragihand, artêşa Tirkiyê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ji erd û asman ve li dijî PKKê dest bi operasyona “Pençe-Kilîl” kiriye.
Akar bi Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Deryayî Adnan Ozbal re çûye Fermandariya Hêzên Asmanî.
Akar bi riya vîdeokonferansê bi Navenda Operasyonên Hêza Asmanî ya Şer re daxuyand ku di operasyonê da armancên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê ji aliyê firokeyan ve hatin bombebarankirin.
Akar, diyar kir ku hêzên komando bi piştgiriya helîkopterên ATAK, ÎHA û SÎHA ji bejahiyê ve ketine meydana operasyonê û diyar kir ku operasyon li gorî plansaziyê dewam dike.