Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Êzidiyan

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Serê Sala Olî ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidiyan kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Serê Sala Olî ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidiyan kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Serê Sala Ola Êzidiyan, Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû xuşk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê ji bo wan dixwazim.

Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne û di vê helkeftê de cextê dikim ku em digel êş û azarên wan de ne û bi hemî şiyanan piştevaniya daxwaziyên xwişk û birayên Êzidî dikim.

Hêvîdar im xwişk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî bizîvirin ser cih û warê xwe û dûmahî bi awareyî û ew nehametiya ku ji aliyê terorîst û nehezên gelê me bi ser wan de sepandin bihêt û bo vê çendê pêdiviye hemû aliyek hevkar bin Kurdên Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û birînên wan sarêj bikin.

Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û pêdiviye ev ferhenga dewlemend bihête parastin.

Hêvîdar im hemî cejn û helkeftên hewe bi şadî û aramî derbas bibin û bimînin bi xêr û xweşî.

Mesûd Barzanî

19ê Nîsana 2022