2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê dest pê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê (FFKP) ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, wê di navbera 4-7'ê Gulanê de were nîşandan.

Hewlêr (K24) - Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê (FFKP) ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, wê di navbera 4-7'ê Gulanê de were nîşandan.

FFKP, bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Cine-Bêj, Wezareta Çandê ya Fransa, Navenda Wallonie-Bruxelles û Şareariya Parîsê bê lidarxistin.

Festîval wê di navbera 4 û 7'ê Gulanê de birêve biçe.

Herwiha di 5’ê Gulanê de jî wê paneleke taybet were lidarxistin û tê de kurtefîlmên ku ji aliyê derhênerên jin ve hatine kişandin wê werin nîşandan.

Em li ser 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê bi Ehmed Zîrek re axivîn, ku ew bi rola xwe ya Gardiyan Cafer a di fîlmê "Dîwar" yê Yilmaz Guney de navdar bûbû.

Ehmed Zîrek da zanîn ku, armanca wan a ji lidarxistina festîvalê, pêşxistin û pêşketina sînemaya kurdî ye û da zanîn ku dê fîlmên kevin û yên nû bên nîşandan.

Zîrek diyar kir ku ji bo festîvalê 3 salon hatine sererastkirin û dê di van salonan de belgefîlm, dirêjfîlm û kurtefîlm bên nîşandan.

Ehmed Zîrek herwiha got: “Sînemaya kurdî hêj ne di asta ku em dixwazin de ye û fîlmên kurdî bi têra xwe nikarin bigihêjin temaşevanan.”

Hûn dikarin bernameya festîvalê li vir bibînin