Profile

Adem Ozgur

Li navçeya Kulu ya Konyayê jidayik bûye. Li Zanîngeha Selçûkê, Fakulteya Ragihandinê, Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê qedandiye. Li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê wek 'xwendekarê mêvan' beşdarî dersên sînemayê bû.

Di salên 2015-2016an de di rojnameya BasNûçeyê de wek nûçegihanê Enqereyê xebitî. Piştre nûçe û hevpeyvînên wî yên li ser malperên wekî Gazete Duvar, Bir+Bir, +Gerçek, Bianet; Gotarên wî di kovarên Kırık Saat, Kürt Tarihi û Bîrnebûnê de hatin weşandin.

Ew lêkolînên xwe yên li ser kurdên Anatoliya Navîn didomîne û ji sala 2018an ve edîtoriya malpera Kurdistan24ê ya Tirkî dike.