PKKê 5 roj in kadroyekî YNKê revandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – PKKê 5 roj in kadroyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Dezgeha Zanyariyan a wê partiyê revandiye û heta niha nehatiye berdan.

Pênc roj in Mihemed Şah Merwan, berpirsê berê û kesayetiya diyar a Dezgeha Zanyariyan a YNKê û Cîgirê Berpirsê Malbenda 24 a Raperînê winda ye.

Li gor şopandinên K24ê, ev berpirsê YNKê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Li gor zanyariyên ku ji berpirsekî pilebilind ê YNKê û dezgeha ewlehiyê ketine destê K24ê, dawiya hefteya borî Mihemed Şah Merwan û kesekî nêzîkî wî çûne gundê xwe “Rejî Keryan” ê li binarê çiyayê Qendîlê ku serdana mal û milkên kiriye û li wir ew ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Li gor zanyariyan, niha YNKê li ser asta serkirdatiyê wê bi PKKê re di guftûgoyan de ye ji bo Mihemed Şah Merwan berdin, lê PKKê ne amade ye wî azad bike.

Niha çi gundî û çi jî berpirsên partiyan dema dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe li gundên ku li binarê çiyayê Qendîlê ne, metirsî li ser jiyana wan çêdibe.

Havîna sala 2020an jî, endamê Encûmena Bilind a Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Mihemed Girtikî dema çûbû cih û warê xwe li binarê çiyayê Qendîlê, ji aliyê PKKê ve hatibû revandin û piştî salek û 4 mehan ji revandinê, di destpêka îsal de hate berdan.

Ji ber wê yekê jî, gundên li binarê çiyayê Qendîlê ku çavkaniya berhemên çandinî û ajedariyê ne, niha ji ber hebûna PKKê vala bûne.