Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind Hevpeymaniya Siyade kir

Di hevdîtinê de, tekezî li ser hewldanên ji bo bidawîanîna xitimandina siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Nîsana 2022an, pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade kir ku ji Serokê Hevpeymaniyê Xemîs Xencer û Serokê Encûmena Nûnera a Iraqê Mihemed Helbûsî û endamê Encûmena Nûneran a Iraqê Ehmed Cibûrî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û giriftên li pêş wê û tekezî li ser hewldanên ji bo bidawîanîna xitimandina siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Civîna Serok Mesûd Barzanî îû şanda bilind a Hevpeymaniya Siyade