Leşkerên Ukraynî: Dibe ku Rûsya careke din berê xwe bide Kîevê

Leşkerên Artêşa Ukraynayê bo Kurdistan24ê ragihandin, ew li Îrpînê dest bi danîna xetên nû yên parastinê dikin.
Leşkerê xwebexş Oleksander
Leşkerê xwebexş Oleksander

Kîev (K24) - Leşkerên Artêşa Ukraynayê bo Kurdistan24ê ragihandin, ew li Îrpînê dest bi danîna xetên nû yên parastinê dikin. Ji ber ku eger heye Rûsya careke din berê xwe bide Kîevê û derdora wê. 

Şerê di nava Ukrayna û Rûsyayê tam 2 meh li paş xwe hiştin. Rayedarên Rûsyayê di her fersendê de radigihînin ku piştî ji sedî sed kontrola Mariupolê bikin, ew ê berê xwe bidin Kîevê û şer hê gurtir bikin. Heta niha li gorî amaran, ji dû aliyan 40 hezar kes zêdetir hatiye kuştin. Bi dehan bajar û bajarok jî serdanpê hilweşiyane. Li gorî leşkerê Artêşa Ukraynayê Oleksander, Rûsya amadekariyê dike ku careke din êrîşî Kîevê û herêma wê bike. Ew jî li İrphînê ji niha ve dîsa dest bi amadekariyan dikin û berbestên xwe xurt dikin digel danîna xetên nû yên parastinê.

Leşkerê xwebexş Oleksander ji K24ê re diyar kir: "Ez ji Artêşa Ukraynayê me û ji Kîevê me. Wekî xwebexş beşdarî artêşê bûm. Ji bo xeteke nû ya parastinê em li vir in, Va ye hûn jî dibînin ev bajarokê Îrpînê ji aliyê dagirkeran ve hatiye çi halî. Eger heye Rûsya li dijî Kêv û derdora wê careke din êrîşan pêk bîne. Ji bo vê yekê em jî amadekariyê dikin. Nêzî 2 hezar avahî li vê deverê hatine bordûmankirin. Piştî şer li ser me, Ewrûpa û welatên din yên cîhanê ferz û peywireke ku alîkariyê bikin bo ji nûve avakirina van bajaran; da ku dîsa mirovên qenc û baş li van bajaran mezin bibin." 

Leşkerekî din yê bi navê Vitaliy jî dibêje; ez hêz û qewetê dixwazim ji bo me leşkeran û bang dikim da welatên cîhanê bêhtir alîkariya Ukraynayê bikin.

Vitaliy dibêje: “Ez ê nikaribim tiştekî zêde bibêjim. Lê ji bo hemû leşkerên Ukraynî tendirûstî, hêz û qewetê dixwazim. Di van rojên giran û zehmet de bang li hemû civakên cîhanê dikim da alîkariya Ukraynayê bikin. Serkeftin bo Ukraynayê!”

Îrpîna ku beriya şer, serjimara wê 62 hezar kes bû, piştî şer dest pê kir dakete 5 hezar kesan. Bi sedan kesî canê xwe li vî bajarokê ji dest dan. Di bin gefên nû yên Rûsyayê de niştecihên Îrphînê ku piştî Rûsya vekişiya û vegeriyan Îrphînê miriyên xwe jî vedişêrin li goristanê, bi xemginî û hêstirên çavan ku hê jî nizanin gelo çarenûseke çawa li benda wan e.