Pervîn Buldan: Divê rayedarên Tirkiyê binpêkirinên li girtîgehan bibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û parlamenerên HDP’ê serdana malabatên ku li ber Tip a Adlî ya Diyarbekirê ji bo xizmên xwe nobetê digirin kirin û daxuyaniyan belav kirin.

Beriya ku Hevseroka HDPê Pervîn Buldan daxuyanî bide, li ser navê xizmên girtiyên ku nobet digirin, Feyziye Kolekan û Hedem Merwanî balê kişandin ku 6 meh e, ji bo pêkhatina dadweriyê nobetan digirin û daxwaziyên xwe dubare dikin, lê rayedar, awazên wan nabihîsin û bê dadî û êşkenceyên li girtîgehan berdewam dikin.

Xizmên girtiyan ragihandin ku yên cezayê xwe temam kirine, ji ber nabêjin: ‘em poşîman in’ nayên berdan û bi hêncetên cuda cezayê hevdîtina girtiyan bi malabatan re tên qedexekirin û êşkence li girtiyan tên kirin. Bang û daxwaz kirin ku daxwazên wan yên bicîhkirina hiqûqê bên cîbecîh kirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî, bal kişand ku bi raporên ku ji aliyê parêzer, hiqûqnas û mafnasan ve hatine amade kirin re, diyar dibe ku hemû mafên hiqûqî yên girtiyan tên binpêkirin û ew jî îro ji bo ku deng bidin, têkoşîna xizmên girtiyan li gel malbatên girtiyan e. Buldan da zanîn ku li girtîgehan dora 1600 girtiyên nexweş hene û heta ew nexweş neyên radeya mirinê, rê nayê dayîn ku tedawî bibin, loma jî nexweşên ku radikin nexweşxaneyan zêdetir canê xwe jidest didin.

Pervîn Bûldan, bang li rayedarên hikumetê û Wezîrê Dadî kir ku li girtigehan lêkolîn bikin, ta bibînin li wan deran binpêkirinên çewa tên kirin û daxwaz kirk u rojek zûtir binpêkirin bên rawestandin û mafên girtiyan bên bicîhkirin.”