Tozê geştên asmanî yên li firokxaneyên Bexda û Necefê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pêla tozbarînê, geştên asmanî li firokxaneyên navdewletî yên Bexdayê û Necefê hatin ragirtin.

Berdevkê Desthilata Firokevaniya Iraqê Cîhad Dîwan ji K24ê re diyar kir, ji ber têkçûna rewşa keşûhewayê û daketina asta dîtinê bo kêmtirî 500 metroyî, tevgera geştên asmanî li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê hat ragirtin.

Dîwan bal kişande ser wê ye, eger şert û mercên hewayê baş bibin, tevgera firokeyan dê asayî bibe."

Herwiha hat zanîn ku geştên asmanî yên Firokeyxaneya Necefê jî bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Di meha Nîsana borî de jî ji ber rewşa keşûhewayê du caran Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê geştên xwe rawestandibûn.